Hizbullahê bi ‘îbranî’ gef li Îsraîlê xwar

01 December 2018 13:57 0 dîtin
Hizbullahê bi ‘îbranî’ gef li Îsraîlê xwar

PeyamaKurd - Serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nasrallah bi axaftineke vîdyoyî gef li Îsraîlê xwar û li dijî êrîşeke Îsraîlê bi jêrnivîsa zimanê îbranî got, “Heger hûn ehmeqiyekê (kustahî) bikin hûn ê poşman bibin”.

Di vîdyoyê de dîmenên binkeyên Îsraîlê yên nukleerî û baregehên leşkerî hatin belavkirin û bi dîmenên leşkerên Hizbullahê û moşekan gef li dewleta Îsraîlê hat xwarin.

Girtevîdyoya Nasrallah ya 1 xulek û 13 çirkan, li demekê ye ku wekî bersiva gef û metirsiya êrîşên Îsraîlê li ser Hizbullaha Lubnanê tê nirxandin.