Hosyar Zêbarî: Pistî 7ê Cotmehê li Rojhilata Navîn guhêrîneke nû destpêkir
PeyamaKurd - Endamê Polîtburoya Partiya Karkerên Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî di çaremîn korbenda MEPSê li Dihokê ragihand ku piştî destpêkirina şerê Îsraîl û Hamasê êdî rewşeke nû destpê kiriye û dê ew şer bandora xwe li ser hemû cîhanê bike.
Zebarî daxuyand ku biryara dawî ya Dadgeha Federalî ya ji bo rakirina Helbûsî jî li Iraqê dubendiyê çêdike û ev yek jî lawaziya saziyan nîşan dide.
Di berdewamiya axaftina xwe de Hoşyar Zebarî balê kişand ku me xwest ku îsal bibe saleke baş û geş, ji bo asayîkirina pêwendiyan. Lê em vegeriyan ku bersiva pirsa berê bidin: "Gelo li Rojhilata Navîn aştî û ewlehî heye? Ez ê pir hêsan dibêjim: Na."
Zêbarî got: "Tiştê ku di 7ê Cotmehê de dest pê kir û êrîşa li ser cihûyan, xaleke werçercanê ye, ew ji êrîşên din cudatir bû, ev yek ji bo herdu aliyan metirsiyeke wêranker e. Di sala 2014an de min ligel şandeke welatên Erebî serdana Xezzeyê kir, ez hest bi êş û birîna xelkê Xezzeyê dikim, dizanim ku rewşa Xezzeyê bi her awayî xirab bûye, bi taybetî di warê mirovî de.
Zêdetir ji 230 sivîlan dîl hatin girtin, ev yek bû sedem ku Îsraîl bi ser Hamasê de biçe. Ez nizanim Îsraîl çawa difikire. Ez ne berdevk û ne jî parêzerê wan im. Lê di baweriya min de, ev şerekî cuda ye."
Hoşyar Zebarî bibîr anî ku di11'ê Îlonê siyaseta cîhanê guhert û hinekan got ku Iraq hatiye rizgarkirin û hinekan jî dibêjin ku Iraq hatiye dagîrkirin. Efxanistan jî her wisabû. Lê bi rastî tundrewên îslamî ev yek kirin û bi heman awayî, tiştê ku di 7ê Cotmehê de bûye jî, dîsa ji aliyê tundrewên îslamî ve hatiye kirin.
Zêbarî got: “Li Iraqa nû, tiştê ku em rûbirûyî wê bûne, Qaîde bû, ku heman rehenda tundrewiyê bû. Ji ber vê yekê ez dibînim ku ev şer dê berfireh bibe. Metirsî heye ku milmilaneyeke herêmî derkeve, ji ber ku hemû pêkhate û sedem hene. Ez dizanim 7ê Cotmehê dê Rojhilata Navîn biguhêre.
Herêma Kurdistanê jî ne dûrî van geşedanan e, divê em yekrêziya Herêma Kurdistanê biparêzin û pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê baştir bikin, ji bo ku em ji her tiştekî nexwestî re amade bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin