HPG: Me 8êmîn Fermandariya Jet a Bingehîn a li Diyarbekirê du caran kir armanc

21 May 2021 13:00 0 dîtin
HPG: Me 8êmîn Fermandariya Jet a Bingehîn a li Diyarbekirê du caran kir armanc

PeyamaKurd – Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, hûrgiliyên êrîşa li ser 8emîn Fermandariya Navendî ya Jet a Bingehîn a li Diyarbekira Bakurê Kurdistanê belav kir. Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî diyar kir, li Şirnexê hêzên wan operasyonek pêk anîne û di encamê de gerîlayekî PKKê can daye.

HPGê da zanîn, Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal, di saet 12.00ê şeva 19ê Gulanê de, 8êmîn Fermandariya Jet a Bingehîn a li Diyarbekirê du caran kiriye armanc.

Li gor zanyariyên HPGê: “Bi balafira destpêkê li avahiyekê hate xistin ku pîlotên dagirker û personelên hêzên hewayî yên Tirk tê de bûn. Balafira duyemîn jî li hangara ku balafirên şer tê de bûn xist.”

HPGê eşkere kir: “Ev her du çalakî bi rengekî serketî pêk hat û di encamê de li Fermandariya Baregeha Jetê ya Bingehîn a dagirkeran teqînên mezin pêk hatin. Hejmara pîlotên dagirker ên hatin cezakirin û birîndarkirin, nehate zelalkirin.”

Herwiha HPGê destnîşan kir, hêzên wan li Xakurkê wesayiteke bi tîpa Reo ya artêşa Tirkiyê kir armanc û di encamê de ew wesayît bi temamî hat jinavbirin û 6 leşker hatin kuştin.

Herwiha li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, di operasyona hêzên wan li Şirnexa Bakurê Kurdistanê, gerîlayê PKKê Hatîp Kiliç ê bi nasnavê “Şervan Egît Mûş” can da.

Li gor zanyariyên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, ew operasyon li herêma ser bi navçeya Elkê ya Şirnexê bi rêve çûye û di encamê de “Şervan Egît Mûş” can daye.