Li Diyarbekirê di rojekê de du caran erdhej çêbû

12 August 2019 19:03 0 dîtin
Li Diyarbekirê di rojekê de du caran erdhej çêbû

PeyamaKurd - Li Diyarbekirê îro 12ê Tebaxê piştî erdheja ku bi pileya 3.6 a Richterê navçeya Hezroyê hejand, careke din erdhej çêbû.

Erdheja yekem li demjimêr 11:30ê berî nîvroyê pêk hat û piştî çend demjimêran dîsa erdhejek li Diyarbekirê çêbû.

Li gorî ragihandina Saziya Afatan û Rewşên Lezgîn (AFAD) erdheja duyemîn, li demjimêr 16;34 bi dijwariya pileya 4.2yan rû daye û kûrahiya wê jî 7,06 kîlometre binê erdê bûye.

Erdhejê bandor li navçeyên dorûberê jî kir.