Li Diyarbekirê, li peyî hev 2 erdhej çêbûn!

28 February 2023 17:30 0 dîtin
Li Diyarbekirê, li peyî hev 2 erdhej çêbûn!

PeyamaKurd- Piştî erdheja ku bi navenda xwe li Mereşê bû, di vê dumahikê de jî piştî erdhejên li navçeyên Licê û Hênê yên herêma bakurê Diyarbekirê çêbûn, li navçeya navendî ya Kayapinara ku xeteke fayê lê tuneye, li pey hev 2 erdhej çêbûn.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Resatxaneya Kandîlliyê û Enstîtuya Lêkolînê ya Erdhejê ve hatin ragihand, li taxa Petekê ya Kayapinarê, saet di 00:32yan de; bi hêza 2.4an û li taxa Cumhuriyetê jî 3.0 erdhejek çêbû.

Hat diyarkirin ku erdheja yekem 7,2 km û erdheja duyemîn jî 5,2 km di bin erdê de hat hîskirin.

Welatiyên ku bi erdhejê hesiyan, li ser medyaya civakî ji pisporên erdhejê pirsîn û gotin, “Tenê li Licê û Hênê xetên fayê hebûn. Kayapinar ji ku derê derket? Piştî erdheja Mereşê, xeteke nû çê bû?” 

Di 24ê Sibatê de jî li herêma Sultantepeya navçeya Kayapinarê (Pirinçlik) bi hêza 2.1 erdhejek çêbûbû.