Li Kirgizîstanê, li peyî hev 2 erdhej çêbûn!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji saziya erdhejnasiyê ya Kirgizîstanê hat ragihandin, li herêma Îssyk Kulê ya Kirgizîstanê, 2 erdhejên bi pileya 5,1 û 5,6 çêbûn.
Di daxuyaniya ku ji aliyê rêveberên Enstîtuya Erdhejnasiyê ya Kirgizîstanê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku vê sibehê saet di 03:42yan de li herêma Îssyk Kulê bi hêza 5,1ê erdhejek çêbû û hat diyarkirin ku bandora erdhejê, li gundên derdorê jî hat hîskirin.
Hat diyarkirin ku erdheja duyemîn a jî bi lerza 5,6an li gorî saeta herêmî di saet 05:58an de li nêzî sînorê Çînê li herêma Îssyk Kulê çêbû û hat diyarkirin ku erdhej di kûrahiya 35 kîlometreyan de pêk hatiye.
Wezareta Rewşên Awarte ya Kirgizîstanê ragihand ku li gorî zanyariyên destpêkê, tu ziyanên canî û wêranî çênebûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin