Serê sibehê sê caran li pey hev erdhej li basûrê Îranê çêbû

02 July 2022 09:35 0 dîtin
Serê sibehê sê caran li pey hev erdhej li basûrê Îranê çêbû

PeyamaKurd – Serê sibehê sê caran li pey hev erdhej li başûrê Îranê çêbû û di encamê de 5 kesan can dan û 39 kes jî birîndar bûn.

Li gor Parêzgarê Hurmuzgan Mehdî Dostî di civîneke çapemeniyê de diyar kir: “Ji ber erdheja vê sibê, heta niha 5 kesan can dan û 39 kes jî birîndar bûn.”

Mehdî Dostî eşkere kir: “Ziyana herî mezin li gundê Sayexoş ê ser bi Bender Xemîr ketiye û 300 xaniyên welatiyan bi temamî zerar dîtine.”

Parêzgarê Hurmuzgan da zanîn, erdhejê zerar daye jêrxana navçeyan, bi taybetî li rê, pir û xetên veguhestina elektrîkê.

Hat zanîn, hêza du erdhejan 6.1 pile û erdhejek jî bi hêza 6.3 pile çêbûye û li Îmaratê jî hatiye hestkirin.