Li sînorê Rojhilat û Basûrê Kurdistanê bi pileya 4.7 erdhejek çêbû

04 February 2023 15:30 0 dîtin
Li sînorê Rojhilat û Basûrê Kurdistanê bi pileya 4.7 erdhejek çêbû

PeyamaKurd – Li sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi pileya 4.7 erdhejeke navenda wê Rojhilatê Kurdistanê bûye, lê li Xaneqîn û hin deverên Germiyanê jî hat hîskirin çêbû.

Navenda Erdhejê ya Îranê diyar kir, îro Şemiyê di saet 06:21an de serê sibê, li bajarê Qesra Şîrînê yê 16 kîlometre dûrî bajarê Xaneqînê, erdhejeke bi pileya 4.7 rû da.

Rêveberê Keşnasî û Erdhejê yê Silêmaniyê Aso Kemal îro Şemiyê diyar kiriye, “Ew erdhej li sînorên Xaneqîn û Germiyanê jî hat hîskirin, ji ber ku erdhej bihêz bû.”

Aso Kemal da zanîn, herêma erdhej lê çêbûye li ser xeta erdhejê ye û “her roj erdhej çêdibin.”

Qaymeqamê Qesra Şîrînê Mihemed Heyderî jî destnîşan kir, piştî erdhejê navenda kontrolkirina krîzê amade ye û tîmên lêkolînê ji bo herêmên erdhejê hatine şandin.

Erdheja herî mezin a li herêmê rû da li parêzgeha Kirmaşanê bû, di payîza sala 2017an de rû da. Di encamê de 620 kesan can dan û 12 hezar û 386 kes jî birîndar bûn.