Plasschaert: Min gelek caran daxwaza diyaloga bingehîn di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir
PeyamaKurd – Şandiya Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, derbarê cîbicîkirina madeya 140 a destûra herdemî ya Iraqê de axivî û diyar kir, ji demekê ve gelek gotûbêjan dikin, lê hêj aliyan nekarîne bigîhin rêkeftinê.
Jeanine Plasschaert ji Rûdawê re da zanîn, wê gelek caran daxwaza diyaloga bingehîn di navbera Hewlêr û Bexdayê de kiriye.
Jeanine Plasschaert destnîşan kir: “Madeya 140î, madeyeke gelekî girîng e. Derbarê madeya 140î, gelek gotûbêj di navbera berpirsên Kurd û hikûmeta federal de, herwiha di navbera wan û Neteweyên Yekbûyî de bûne. Bi nerîna min, gelek kêşeyên mezin hene. Ev sê sal in ez li vî welatî me. Tiştê min têbînî kiriye, ew e ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de, her dem lihevkirin û rêkeftin li gorî pêwîstiya rewşê tê kirin, her dema kêşeyek hebe, aloziyek hebe, danûstandin û rêkeftina demkî li pey wê tê, lê encam ew e ku ne pêkan e çareseriyeke demdirêj ji bo kêşeyê bê dîtin. Min gelek caran daxwaza diyaloga bingehîn û avakar di navbera herdu paytextan de kiriye, ji bo em piştrast bin ku dibe çareserî ji bo hejmarekê ji kêşeyan bê dîtin.”
Şandiya Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, Jeanine Plasschaert eşkere kir: “Nûçeya xweş ew e ku gelek kes li nav Pêşmergeyan, wate berpirsên Pêşmerge gelekî ligel wê yekirinê ne. Ew ji bo karkirinê bi wê arasteyê amade ne û kar jî dikin, lê ji aliyê siyasî ve hinek zehmetî li ber çend mijarên girêdayî navxweya partiyan û girêdayî partiyên din in. Ev karekî ne hêsan e, lê take rê ye, ber bi pêş ve. Ji ber ku Herêma Kurdistanê nikare di dabeşbûnê de, berdewam be, nikare di dabeşbûna hêzên hikûmetê de, bi ser du bereyan de, berdewam be.”
Şandiya Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, li ser pirsa azadiya raderbirrînê û mafên mirovan diaxive û dibêje, pêwîst e berpirs zemîna baş ji bo azadiya raderbirînê peyda bikin û kar jî bikin ji bo parastina mafên mirovan bikin.
Jeanine Plasschaert destnîşan dike: “Eger em li azadiya raderbirrînê û azadiyê li Iraqê û Herêma Kurdistanê binerin, bi nerîna min dadperwerane ye ku bibêjim, bi ratstî em hez dikin pêşketinê bibînin. Tevî ku di destûr û hemû yasa û rênimayan de, behsa raderbirrînê hatiye kirin, lê ev nayê wê wateyê ku ti alî û desthilatek hewla bertengkirina azadiya raderbirrînê nade. Pêwîst e ez tekeziyê li ser wê yekê bikim ku azadiya raderibrrînê li welatekî demokrasî, gelekî girîng û bingehîn e.”
Herwiha derbarê biryara dadgehê, li ser keysa hukimdarbûyên Badînan, Jeanine Plasschaert diyar kir: “Li welatekî demokrasî, metirsîdar e axaftin li ser biryara dadgehê bikî, ji ber ku dadwer û dadgeh serbixwe ne, lê li vê derê, me çavdêriya dadgehkirina wan kesan kiriye û bi ronî me nerîna xwe di wê derbarê de derbirriye. Tu têbînî dikî, ku ez bi wê encamê ne kêfxweş bûm.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin