Ji bo pasaportan daxwaza gelek zêdeye û pasaport derengî dikevin
PeyamaKurd – Çend mehe ku di dayîna pasaportan de pirsgirêk hene û êdî pasaportan dereng didin. Rêvebiriya nûfûsê û hemwelatîbûnê ya giştî ragihand ku daxwazên jimara pasaportan zêdeye û rojane li dora 48 hezar kes pasaport dixwazin. Li ser ku tê gotin defterên pasaportê nemane, rêvebiriya giştî ya nûfûsê ragihand ku ev rast nîne bi hesabê îro jimara daxwazên pasaportan gihaye 3 milyon 650 hezarî. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:
“Piştî pandemiyê daxwaz zêde ne, dawiya salê nêze, endîşa krîza çip ya dinyayê û bi hinek sedemên din, rojane jimara serlêdanên pasaportan gihaye 48 hezarî ku berê ev li dora 8 hezarî bû. Tevî di amadekirinê de kêmasî heye jî ti hemwelatiyekî me mexdûr nebûye.
Xebatkarên me di dawiya heftê de û di nav heftê de zêde dixebitin da hemwelatî perîşan nebin. Her hemwelatiyekî dikare di 8 deqeyan de karê xwe biqedîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin