Di rêza pasaportan a cîhanê de pistî Afganistanê pasaporta herî xirab ya Iraqê ye
PeyamaKurd - Di nav rêza baştirîn û xirabtirîn pasaportên sala 2021ê yên cihanê hatin diyarkirin û pasaporta Iraqê piştî ya Afganistanê di rêza dawî ya pasaportên herî xirab de cih girt.
Lîsteya rêza pasaportan ku ji aliyê malpera (Global Passport Power Rank) ji bo pasportên cihanê hatiye kirin hat eşkere kirin, li gorî wê lîsteyê pasaportên Almanya û Swêd baştirîn pasaportên cihanê ne.
Bingeha rêzbendiya baştirîn û xirabtirbûna pasaportan wergirtina vîzeyê ye ku li gor wê rêzbendiyê pasaporta Almanya bêyî vîzeyê dikare serdana 139 welatan bike.
Herwiha di rêzbendiyê de pasaporta Iraqê duyem pasaporta xirab e li cihanê û di pileya 87an de cîh girtiye û bêyî wergirtina vizayê hemwelatiyên Iraqê dikarin serdana 32 welatan bikin.
Pasaporta Afganistanê yekem xirabtirîn pasporta cîhanê ye û hemwelatiyên Afganistanê beyî vize dikarin serdana 31 welatan bikin.
Dîsa li gorî rêzbendiyê pasaporta Somalê jî di rêzeya sêyem de cih girtiye û hemwelatiyên Somalî jî beyî vîze dikarin serdana 36 welatan bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin