Yellen: Enflasyon zêdeye û pêskeftin gelek hêdiye

15 October 2022 18:57 0 dîtin
Yellen: Enflasyon zêdeye û pêskeftin gelek hêdiye

PeyamaKurd – Wezîra xezînê ya Amerîkayê Yellen balê kişand ser enflasyona zêde an ku bilind û pêşdeçûna mezinbûna hêdî ya navdewletî û got ku kesên siyasetmedar li ser bingeha zahmetiyên darayî yên navdewletî koordînasyonê bi pêşdixin.

Wêzîra Yellen got ku piraniya krîza darayî ya navdewletî ji şerê Rûsya û Ûkraynayê û ji dewamkirina pandemiyê ye lê siyasetmedar bi krîzê re têdikoşin. Yellen ragihandina xwe di civîna salane ya IMFê û Banka Dinyayê de kir û weha dewam kir:

“Li gelek welatan enflasyon zêde bû. Pêşdeçûna di asta navdewletî de hêdiye. Di sermayê de em pêldanan dibînin û di bazara fînansê de tevgerên xwurt dibînin. Aboriya Amerîkayê berxwedêre lê enflasyon bilinde û daxistina enflasyonê yek ji karên serok Joe Biden yê herî li pêşe.”

Yellen, her weha ragihand ku li Washingtonê çêkerên siyaseta navdewletî civiyane û li ser sererastkirina enflasyonê, ewlehiya pêşkêşkirina enerjiyê ya bazarê û li ser zahmetiyên din ji bo çareser bikin, li ser planekî lihev kirine.