Ji Hikûmeta Kurdistanê bangewazî bo civaka navdewletî: Îran van tawanan gelek caran dubare dike

13 March 2022 16:55 0 dîtin
Ji Hikûmeta Kurdistanê bangewazî bo civaka navdewletî: Îran van tawanan gelek caran dubare dike

PeyamaKurd - Serokatiya Encûmena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî êrîşa bi moşekên balîstîk bi ser Hewlêrê de ragihand, ew bahaneya ku xwedê giravî êrîş ji bo lêdana binkeyeke Îsraîlê bûye neraste, em radigihînin ku cihê bûye armanca êrîşê cîhekî sîvîle û ew behane tenê ji bo veşartina wê tewana kirêt e.

Serokatiya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand: “Derbarê êrîşa tirsonekî ya îro 13.03.2022yê ber bi sibehê ve li ser Hewlêrê, ku xwedê giravî ji bo lêdana binkeyeke Îsraîlê ya nêzîk konsulxaneya Amerîkayê pêk hatiye, em radigihînin ku cihê bûye armanca êrîşê cîhekî sîvîl e û ew behane tenê ji bo veşartina wê tewana kirêt û propagandaya encamdarên wê êrîşê ye û dûr e ji rastiyê.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em teqez dikin, ev çendîn care Îran wan destdirêjiyan dubare dike û bêdengiya civaka navnetewî ya li hember wan êrîşên tirsonekî rê xweş dike bo berdewambûna wan tawanên bi wî rengî. Em daxwazê ji Netewên Yekbûyî û Amerîka û Yekîtiya Ewropa û Komkara Erebî û Parlamentoya Iraq û Hikûmeta Îranê dikin, bilez lêkolînê li ser vê êrîşê û tometên bêbingeh bikin û serdana cihê bûye armanca êrîşê bikin. Bila rastî jî ji raya giştî ya cîhanê re bên eşkere kirin û helwestên tund li hember wan êrîşan bên girtin.”

Supaya Pasdaran a Îranê bi daxuyaniyekê îdia kiriye ku wan li Hewlêrê navendeke stratejîk a îstixbarata Îsraîlê bi moşekên balîstîk kiriye armanc. Lê belê di êrîşa ku moşek li cihên sivîl ketine kanala Kurdistan24 bûye armanca wan moşekan û ziyaneke mezin a madî di encamê de çêbûye.