HPG nasnameya 6 kesên ku di Zapê de jiyana xwe ji dest dabûn ragihand
PeyamaKurd – HPG ê nasnameya 6 endamên xwe yên di operasyona Zapê de jiyana xwe ji dest dabûn ragihand. Di nav 6 endamên YPG ê de 4 keçik hene. Artêşa Tirkiyê tevgera bi navê ‘Pençe Kilit’ ê ya operasyonên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike û di operasyona li Metîna, Zap û Ava Şînê kir de, di şer de 6 çekdarên HPG ê jiyana xwe ji dest dan.
HPG ê ragihand ku di 23 ê û 25 ê gulanê de, 6 endamên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane. Nasnameyên wan ev in:
Bi navê kod “Binevş Agal” ji bajarê Rihayê ya bi navê Gülperin Ata,
Bi navê kod “Rojbîn Agirî Serhed” ji bajarê Agiriyê ya bi navê Sara Sağlam,
Bi navê kod “Çiya Amed” ji bajarê Batmanê ya bi navê Rojda Güler,
Bi navê kod “Beritan Sine” ji Rojhila Kurdistanê, ji bajarê Sine, Nilûfer Xalidyan,
Bi navê kod “Roni Baki” ji bajarê Hatayê Mazlum Özgüç,
Bi navê kod “Devran Riha” ji bajarê Rihayê, yê bi navê Süleyman Aydoğdu.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin