HRRKê Resîd Sofî û Mihmed Elî Sakir xelat kirin
PeyamaKurd - Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK) 2 hunermendên Kurd, Reşîd Sofî û Mihmed Elî Şakir bi xelata xwe ya salane xelat kirin.
Li navenda HRRKê xelatkirina herdû hunermendên kurd, hunermendê ji Kobanî Reşîd Sofî û hunermendê ji Serê Kaniyê Mihmed Elî Şakir, di kongireyeke rojnamevanî hat ragihandin.

XELATA 2019AN YA HRRKê
Helbestvan Ehmed Huseynî eşkere kir, ku ji bo bidestxistina xelata sala 2019an 5 hunermend hatibûn pêşniyarkirin û piştî gengeşe û dengdanê, ev her du hunermend wek wergirên Xelata 2019an ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê hatin hilbijartin.
DI MERASÎMÊ DE GELEK NIVÎSKAR, HELBESTKAR Û HUNERMEND BELDAR BÛN
Roja Şemiyê13ê Tîrmeha 2019an li taxa Siyahî ya bajarê Qamişloyê bi dirûşma "Efrîn nasnameya xwînê û ezmûna jiyanê ye" 6emîn Festîvala Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya hejmareke nivîskar, helbestkar û hunermendan dest pê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin