HSD: 10 endamên saneyên DAISê hatin girtin
PeyamaKurd – Li taxa El-Cezra ya bajarê Reqayê, HSDê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) 10 endamên şaneyên DAIŞê girtin û dest danîn ser depoyeke teqemeniyan.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova belav kir, Hêzên HSDê û Asayîşê dest bi hemleyeke lêgerînê kirin û avêtinê ser hin malên li taxa El-Cezra ya bajarê Reqayê, di lêgerîna 10 endamên şaneyên rêxistina DAIŞê desteser kirin.
Herwiha hat eşkerekirin, hêzên HSDê û Asayişê embareke teqemeniyan û hejmareke mezin ji çek û cebilxaneyan dîtin û dest danîn ser wan.
Destnîşan kir jî, operasyona HSD û Asayîşê hevdem bû ligel ragihandina qedexeya derketinê li nava wê taxê.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê destnîşan kiribû, roja Înê jî di çarçoveya vê operasyonê de, 32 endamên DAIŞê li Reqayê desteser kirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) roja 25ê vê mehê li dijî şaneyên DAIŞê dest bi operasyoneke nû ya li Reqayê kir û da zanîn, ev operasyon ji bo tolhildana kuştina 6 şervanên wan e ku roja 26 meha Berfanbarê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin