Dêrezor | 17 endamên DAISê hatin girtin
PeyamaKurd – Li derdora Dêrezorê, 17 endamên DAIŞê ji aliyê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê û HSDê ve hatin girtin.
Li gor berpirsekî Hêzên Ewlekariya Navxwe li derdora Dêrezorê da zanîn, hêzên Asayîşê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di heyama du rojan de, 17 endamên şaneyên DAIŞê ku êrîşî saziyên sivîl kirine û operasyonên kuştinê encam dane, girtin.
Herwiha berpirsê Asayîşê destnîşan kir, di dema dawiyê de û hevdem li gel êrîşa li ser zindana Sînaa li Hesekê, çalakiyên DAIŞê li navçeyê gelek zêde bûne.
Li Dêrezorê hinek rêyan bi şev digrin û tayeran dişewitînin, pişt re êrîşî navend û xalên leşkerî û saziyên sivîl dikin.
Heman çavkaniyê da zanîn, di operasyonên 2 rojên borî de, wan dest daniye ser hejmareke embarên çek û teqemeniyan û herwiha gelek madeyên teqîner pûç kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin