HSD: 2 êrîsên bombeyî yên ISÎDê, hatin astengkirin
PeyamaKurd- Rayedarên Hêzên Suriya Demokratîk (HSD), bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku li ser agahiyên îstîxbaratê, 2 êrîşên bombeyî yên terorîstên IŞÎDê, li Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê, hatine astengkirin.
Di agahiyên ku bi raya giştî re hatin parvekirin de hat ragihandin ku kozikên terorîstên IŞÎDê hatine hedefgirtin û di encama operasyonê de hem êrîş hatine astengkirin hem jî çek û cebilxane hatine desteserkirin.
Di daxuyaniya hat dayîn de ev hûrgilî hatin parvekirin:
“Ji ber ku di agahiyên îstîxabaratê de diyar bû ku ew ê IŞÎDî li Kampa Holê êrîşî hêzên ewlehiyê bikin, kozik hatin şopandin. Çawa ku di kozikan te tevger çêbû, hêzên me demildest destwerdan kir û bi çeteyan re pevçûn derket.
Di pevçûnên ku li gundê Fûkekê çêbû de 3 IŞÎDî hatin kuştin û yek ji wan jî bi birîndarî hat desteserkirin. Di dema pevçûnê de yek ji maşînên bombebarkirî teqiya û ya din jî ji aliyê hêzên me ve hat kontrolkirin û ji aliyê tîmên pispor ve teqemenî hat betalkirin.
Di encama pevçûnê de 3 kalaşnîkof, 8 şarjor û 250 guleyên kalaşnîkofê hatin desteserkirin. Di nav maşînê de jî ji 300 kîloyan zêdetir teqemenî hatibû bicihkirin û ew jî hat betalkirin. Di encama pevçûnê de endamekî me jî bi sivikî birîndar bû.”
HSDê duh jî ragihandibû ku di çarçoveya operasyonên li Kampa Holê de 36 jê jin, bi giştî 226 IŞÎDî hatine desteserkirin û bi desteserkirina çek û cebilxaneyan, operasyona li Kampa Holê hatibû destpêkirin, hatiye bidawîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin