Endamê DAISê yê Tirk îtiraf kir: Êrîsên bombeyî bi agahdariya MÎTê hatin kirin
PeyamaKurd – Yek ji girtîyên DAIŞê di destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ku salek û nîv e girtî ye, dibêje; hemû êrîşên bombeyî yên DAIŞê ku li Tirkiyê encam dane bi agahdarî û kontrola Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) hatine kirin.
Terorîstê DAIŞê Îlyas Aydin ku ji ‘Koma Entabê ya DAIŞê’ bû, îtiraf kir ku di navbera rêxistina terorîst DAIŞê û dewleta Tirkiyê de pêwendî hene û da xuyakirin, êrîşên Amed, Suric û Enqerê bi agahdarî û kontrola MÎTê hatine kirin.
Aydin di mikurhatinên xwe de behsa gelek bûyer û danûstandinên DAIŞê yên ligel MÎTê dike û dibêje, “Peywira kesên di koma Entabê ya dosyeya Tirkiyê de ew e ku xizmeta berjewendiyên îstixbarat û siyaseta Tirkiyê dikin. Hikûmeta Tirkiyê ew dosye bidest xistiye. A rast her tiştî dizane û dişopîne. Kîjan teqînê bixwaze destûrê dide, ya ku nexwaze jî asteng dike.”
Aydin di vê çarçoveyê de agahiyên derbarê teqînên salên borî yên DAIŞê ku li Suric, Amed û Enqerê pêk anîne dike û diyar dike, haya îstixbarata Tirkiyê ji her tiştî heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin