HSD: Bexdadî li gundê nêzîkî baregeha artêsa Tirkiyê bû

27 October 2019 17:05 0 dîtin
HSD: Bexdadî li gundê nêzîkî baregeha artêsa Tirkiyê bû

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên berpirsên Amerîkî ji medya Amerîkayê re ku li ser operasyona şeva borî ya kuştina Bexdadî dibêjin, ev demek dirêj e wan guman dikir li Idlibê ye, çavkaniyên HSDê jî ew zanyarî piştrast kirin.

Çavkaniyên HSDê jî dibêjin, 5 meh berê xebata îstixbarî hatiye kirin ku Bexdadî li nêzîkî baregeha leşkerên Tirkiyê ya gundê Barişa yê Idlibê bû.

Şêwirmendê HSDê Polat Can li ser medya civakî belav kir ku ew jê haydar bûn ku Bexdadî li bakurê Idlibê li gundê Barişa yê nêzîkî baregeha artêşa Tirkiyê bû.

Li gorî agahiyên Polat Can dide, berî niha 5 mehan li heman deverê xebata îstixbarî hatiye kirin û bi holê rakirina Bexdadî re tola hemû mexdûrên terorê û şehîdên Kurdistanê lêkolîneke berfireh hatiye kirin.

Heman agahî ji aliyê Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ve jî bi etîketkirina navê Serokê Amerîka Donald Trump hat belavkirin û Ebdî ji bo vê hevkariyê û operasyonê spasî kir.