HSDê di encama operasyona xwe ya li Dêra Zorê de 14 terorîstên DAISê girt
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk di encama operasyona xwe ya di roja 4 an ku li El-Ecîc a li gundewarê bakur û bakurê rojhilatê Dêra Zorê pêk tê de, 14 terorîstên DAIŞê girtin.
HSDê diyar kir, hêzên wan bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ji bejahî û asmanî ve, 14 terorîstên DAIŞê li devera Şihêl ya li Rojhilatê Dêra Zorê girtin.
Li gor hat destnîşankirin, li ser van terorîstan gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin.
Ji 23ê Adara 2019an ve, dema tunekirina DAIŞê di aliyê cografî de li Baxozê hatibû ragihandin, operasyonên HSDê yên li dijî şaneyên DAIŞê didomin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin