HSDê: Endamê toreke MÎTa Tirkiyê hat kustin û 2 sîxurên din jî hatin girtin

15 August 2022 09:29 0 dîtin
HSDê: Endamê toreke MÎTa Tirkiyê hat kustin û 2 sîxurên din jî hatin girtin

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê diyar kir, hêzên wan li bajarokê Til Birak ê girêdayî Qamişlo di encama operasyoneke taybet de “endamê toreke MÎTa Tirkiyê hat kuştin û 2 sîxurên din jî hatin girtin.”

HSDê di daxuyaniya xwe de eşkere kir, wan di operasyoneke taybet de sîxurekî ku bi istîxbarta Tirkiyê re kar dikir, kuştine û du sîxur jî desteser kirine.

Herwiha HSDê ragihand: “Pêncşema borî (11ê Tebaxê) hêzên me bi operasyoneke taybet girtin ser cihê ku şaneyeke MÎTê li taxa Ebû Erzalê ya bajarokê Til Birakê xwe lê veşartibû. Şane ji 3 kesan pêk tê û destên wan di şehîdxistina gelek hevrê û fermandarên me de heye. Wana li herêma Til Birakê û Qamişlo ji bo îstixbarata Tirkiyê 'MÎT' kar dikirin û agahiyên li ser xebatkarên Rêveberiya Xweser û xebatkarên saziyên sivîl, leşkerî û xizmetguzarî didan MÎTê. Di vê operasyonê de, endamekî şaneyê yê bi navê Ezîz Mihemed El Mihemed, xwe radest nekir û bi çekê bersiv da. Hêzên me neçar man bersivê bidin û di encamê de hat kuştin. Herwiha 2 ajanên din hatin girtin.”

Di berdewamiyê de HSDê da zanîn, ev operasyona di çarçoveya “Operasyona Sondê” de pêk hatiye ku 31 Tîrmehê ji aliyê wan ve “ji bo tunekirina torên MÎTê” hatibû destpêkirin.