Tirkiyê bi SIHAyan li ciyên HSDê xist: 2 endamên HSDê mirin

31 May 2024 21:33 0 dîtin
Tirkiyê bi SIHAyan li ciyên HSDê xist: 2 endamên HSDê mirin

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistan a Rojava li bajarê Hesîçayê li devera Til Hemisê, artêşa Tirkiyê bi SIHAyan êrîş kir ser beragehên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD). Di êrîşê de 2 endamên HSDê ji nav birin.

HSDê ragihand ku li noqteyên leşkerî, yek ji wan alavekî kirin armanc û alava ku ji bo alîkariyê diçû hawara wan da alîkariya birîndaran bike, wê jî kirin armanc. HSDê got ku artêşa Tirkiyê bi SIHAyan li alavên wan xistiye.

Piştî êrîşê berdevkê HSDê Ferhad Şamî di ser hesabê xwe yê medya civakî yê fermî Xê de ragihand ku 2 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dane.