HSDê Serê Kaniyê û Til Xelef bi temamî ji destê hêzên Tirkiyê derxist
PeyamaKurd - Rewangeha Sûriyê belav kir, Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD)ê li hember artêşa Tirkiyê ku çend gund dagîr kiribûn, Serêkaniyê û Til Xelef kontrol kir.
Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê got: ‘’Di êrîş û pevçûnên navbera HSDê û artêşa Tirkiyê de, şervanên HSDê karîn êrîşeke dijber ve temamê gundên ser bi Serêkanî û çend navçeyekî din ên Serêkaniyê kontrol bikin.’’
Herwiha çavkaniyên xwecihî yên ku ji pêşhateyên meydanî yên deverê agahdarin, piştrast dikin, ku di wê êrîşê de hêzên HSDê bajarokê Til Xelefê ji destê komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve derxistine.
Ji bilî Til Xelef hêzên HSD çend xal û cihên ku berê ji dest dabûn jî, careke din kontrol kirine.
Ajansa ANHAyê jî ragihandiye, ku şerekî diwar li Serê Kaniyê di navbera hêzên HSDê û hêzên Tirkiyê de çêbûye. Li gor vê çavkaniyê, hêzên Tirkiyê li du mihwerên rojhilat û rojavayê bajêr êrîşên dijwar anîne ser Serê Kaniyê û bi çekên giran şerekî dijwar di navbera herdu aliyan de derket.
Herwiha amaje bi wê yekê jî kir, ku ji destpêka êrîşên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê de heta niha, 135 şervan û 165 hemwelatî şehîd bûne, ku ji wan 11 zarok û 35 kes jî jin in û zêdetirî 170 kesan jî koçber bûne, ku 70 hezar kes zarok in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin