HSDê ji bo vegerandina hin deverên Serê Kaniyê dest bi operasyonê kir

09 January 2020 14:44 0 dîtin
HSDê ji bo vegerandina hin deverên Serê Kaniyê dest bi operasyonê kir

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), li navçeyên nêzîkî Serê Kaniyê, bo vegerandina hinek gund û navçeyan dest bi opersyonekê kiriye.

Li gorî nûçeya Rûdawê, îro Çarşemê, li gorî dema Qamişlo saet 19.00an, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) , li herêma navbera Til Temir û Serê Kaniyê, dest bi operasyonekê kiriye.

Li gorî zanyariyên xwecihî, mebest ji wê operasyonê vegerandina wan gund û navçeyan e, ku hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên alîgirên wê li wan navçeyan kontrol kiribûn, bi taybetî yên nêzîkî Rêya M-4.

Hat ragihandin ku hêzên HSDê gundê Menax, ku dikeve navbera Til Temir û Serê Kaniyê ji destê hêzên çekdar derxistiye û kontrol kiriye.

Her li gorî zanyariyan jî, hêzên HSDê bi tena serê xwe, bi bêyî beşdarbûna hêzên hikûmetê, wî şerî dikin. Tê zanîn ku gundê Menax berî niha ketibû jêr destê komên çekdar ên opozisyonê yên ser bi Tirkiyê.