HSDê 4 gund ji destê hêzên Tirkiyê derxistin

16 October 2019 14:00 0 dîtin
HSDê 4 gund ji destê hêzên Tirkiyê derxistin

PeyamaKurd- Di berdewamiya şer û pevçûnên navbera HSDê û hêzên Tirkiyê û çekdarên Sûrî de, HSDê kontrolkirina 4 gundên navbera Serê Kaniyê û Til Temir ragihand.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kontrolkirina 4 gundên navbera herdu baajrokên Serê Kaniyê û Til Temir ên Rojavayê Kurdistanê ragihand.

HSD dibêje, piştî şer û pevçûnên dijwar hêzên wan gundên Menecîr, Lelan, Amirî û Ehrez ên navbera Serê Kaniyê û Til Temir bi tevahî kontrol kirine ku artêşa Tirkiye û grûpên çekdar ên ser bi wê dest danîbûn ser wan.

'DI ŞER DE BI DEHAN ÇEKDARÊN OPOZÎSYONA SURIYÊ YÊN GIRÊDAYÎ TIRKIYÊ VE HATIN KUŞTIN'

Şervanên HSDê herwiha êrîşeke artêşa Tirkiye û grûpên çekdar bo ser gundê Alya têk şikandine, ku hewl didan bên nav gund û rêya serekî ya Serê Kaniyê û Til Temir kontrol bikin.

Li gor fermandarên HSDê, di şer de bi dehan çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin û birîndarkirin ku Tirkiye piştgiriya wan dike.

Hêzên HSDê şeva bihorî çekdarên opozisyona Sûriyê li rojavayê Til Temir paşde dan.

Lı DERDORA KAMPA EYN ÎSA ŞER DERKET

Li derdora Kampa Eyn Îsa jî ku hejmareke zêde çekdar û malbatên DAIŞê têde dimînin, di navbera leşkerên artêşa Sûriyê ligel artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên Sûrî de, şer û pevçûn derket.

Li gor çavkaniyên xwecihî yên deverê, şeva derbasbûyî artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar hewl dane li derdora Kampa Eyn Îsa pêşde biçin, lê di navbera wan û leşkerê Artêşa Sûriyê de şer û pevçûn derdikeve ku li wê derê dimînin.

Derbarê encama şer û hejmara kuştî û birîndaran de ti zanyarî nehatine belavkirin.