HSDê kustin û birîndarkirina 10 leskerên Tirk ragihand
PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya berevaniya rewa de êrîşî Artêşa Tirkiyê kirine û 7 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin, herî kêm 3 jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya îro Pêncşemê, di çarçoveya mafê bersivdayina rewa de, dema dawî de HSDê 3 operasyon li ser sînorê bajarên Riha, Dîlok û Mêrdînê pêk anîne.
HSDê diyar kir, di operasyona yekem a li Rihayê de, 6 leşker hatine kuştin ku di nav wan de fermandarek û endamekî îstixbaratê hebûye û cebilxane jî hatiye teqandin.
Li gorî daxuyaniya HSDê di operasyona duyem a li Dîlokê de hejmara kuştiyan nehatiye piştrast kirin û operasyona sêyem jî li Mêrdînê bûye ku di encamê de leşkerek hatiye kuştin û 3 jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya HSDê de hatiye gotin ku ew dê çalakiyên bersivdanê li dijî êrîşên Tirkiyê berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin