HSDê, li ser rewsa dawî ya Dêrezorê agahî dan

06 September 2023 15:00 0 dîtin
HSDê, li ser rewsa dawî ya Dêrezorê agahî dan

PeyamaKurd- Berdevkê Hêzên Suriyeya Demokratîk HSDê Ferhad Şamî, li ser rewşa dawî ya aloziya li Dêrezorê axivî.

Ferhat Şamî, di derbarê rewşa heyî ya pevçûnan de hin dane parve kirin û got ku “Li gorî hejmara ku niha li ber destên me ye, nêzîkî 200 çekdar hene. 80 ji wan birîndar bûne û ew jî li nexweşxaneya Meyadînê ne. Li gorî zanyariyên dawî, hîn jî nêzîkî 100 çekdar hene ku li devera Zîbanê şer dikin.”

Li gorî agahiyên rayedarên HSDê, şer û alozî zêdetir li aliyê rojavayê Çemê Ferat derdikevin û diyar kir ku li wan navçeyan jî komên ser bi Îranê û yên ser bi hikûmeta Suriyeyê û terorên IŞÎDê hene.

Berdevkê HSDê bi berdewamî got, "Bi giştî, Dêrezor ji 120 gundan pêk tê, ew jî bi awayekî giştî li jêr desthilata Hêzên Suriyeya Demokratîk in. Tu rewşa necîgir lê çê nebû û bi berovajî vê yekê, jiyan li wê derê asayî ye.

Nê aramiya ku çêbû jî li çar gundên hevsînorî perava rojavayê Çemê Feratê ne ku çekdarên rejîmê derbasî wê derê bûn û hewil da fitneyekê derxin. Ew fitne jî êrîşa li ser Hêzên Suriyeya Demokratîk e."

Her wiha Şamî da zanîn ku kesekî nû wekî fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê dê bi lihevkrina HSD û eşîrên wê navçeyê bê erkdarkirin.