Rewsa herî dawî ya Dêrezorê: Daxuyaniya HSDê!

08 September 2023 09:30 0 dîtin
Rewsa herî dawî ya Dêrezorê: Daxuyaniya HSDê!

PeyamaKurd – Piştî ku Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed Ebû Hewla (Ehmed El Xebil) hate girtin û ji wezîfeya xwe hate dûrxistin. Di 27ê Tebaxê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên girêdayî Ebû Hewla û êlên Ereb de pevçûn derketin.

Piştî zêdetirî hefteyekê ji şer û pevçûnan, HSD bajarokê Zibane, ku wek asêgeha dawî ya serhildayên Ereb li rojhilatê Dêrezorê tê naskirin, kontrol kir. Di daxuyaniya do ya HSDê de hat ragihandin, kontrola bajarokê Zîbane ku pêkhateyên Ereb bi pêşengiya yek ji şêxên eşîrên herêmê lê kom bûne, berfirehtir bûye.

Endamê Hêzên Taybet ên HSDê Firat Muhammed jî got, “Ev der keleha dawî ya hevkaran li Zîbanê ye. Me piraniya wan kuştin, gelek jî reviyan. Herwiha wî got, "Li vir me gelek endamên rêjîma Sûriyê û milîsên Îranî yên ku xelkê li dijî me tehrîk dikirin girtin."

HSDê gelek şervan bi karwanên teqwiyeyê ji Hesekê û Reqayê ber bi herêmên şer ên li Dêrezorê ve şandin. Tê gotin ku di pevçûnan de herî kêm 90 kes mirine.