REWSA DAWÎ | Îtalya û Îran di qonaxa herî krîtîk de ne! Hejmar gihîst asta herî metirsîdar

19 March 2020 17:24 0 dîtin
REWSA DAWÎ | Îtalya û Îran di qonaxa herî krîtîk de ne! Hejmar gihîst asta herî metirsîdar

PeyamaKurd - Li Îtalyayê rekoreke nû ya mirina bi sedema vîrusa koronayê hate tomarkirin û di nav 24 demjimêran de, 475 kesên din bi sedema vê vîrusa korona can dan.

Roja 18ê Adarê li herêma Lombardy ya li bakurê Îtalyayê ku navenda vîrusê li wî welatî ye, tenê di rojekê de 319 kes bi sedema vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane.

Bi wê yekê, hejmara kesên ku heta niha li Îtalyayê bi sedema vîrusa COVID-19 jiyana xwe ji dest dane, gihîştiye 2 hezar û 978 kesan.

Herwiha 2 hezar û 250 kes jî di bin çavdêriya tund a pizîşkî de ne.

Li Îtalyayê hejmara kesên ku heta niha bi vîrusa Koronayê ketine jî, bo 35 hezar û 713 kesan bilind bûye. Ji destpêkê ve heta niha 4 hezar û 25 tûşbûyên vê vîrusê jî baş bûne.

Îtalya piştî Çînê, ku nexweşiya vîrusa Koronayê li wî welatî serî hilda, duyemîn navenda vê nexweşiyê li cîhanê ye, û duyemîn rêjeya herî zêde ya qurbanî û tûşbûyên bi vê vîrusê li wî welatî hatiye tomarkirin.

Ji bo rûbirûbûna wê rewşê jî, Îtaliya biryar da, ku nêzîkî 10 xwendevanên pizîşkî ku biryare îsal der biçin, yekser dest bi kar bikin, bê ku taqîkirinên dawîn encam bidin.

Wezîrê Karûbarê Zanîngehan û Lêkolînan, Gaetano Manfredî ragihand, ku hikûmet dê rê bide ku xwendevanên kolêjên pizîşkî, îsal zû dest bi kar bikin.

Manfredî herweha got, ew yek dê rê bide ku yekser 10 hezar pizîşk bikevin xizmeta kerta tendirustiya wî welatî, ku di kirîza koronayê de derkete holê ku hejmara wan kêm e û têra rewşên krîzê nake.

“Li Îranê her 10 deqeyan kesek bi bi vîrusa korona dimire”

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand, li Îranê her 10 xulekan kesek bi sedema virusa Korona canê xwe jidest dide.

Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand, li Îranê her demjimêrekê 50 kes bi vîrusa Korona dikevin û her 10 xulekan jî kesek canê xwe jidest dide.

Ev yek di demekê de ye, li Îranê heta duhî û li gor amarên Wezareta Tenduristiyê hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine gihîştibû 16 hezar 169 kesan û 988 kesan jî canê xwe jidest dabûn. 

Lê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê radigihîne, hejmarên kesên li Îranê bi sedema vîrusa Korona dimirin, 5 caran ji yên tên ragihandin zêdetir e.

Amarên îro hatine ragihandin li Îranê wiha ne:

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hejmara tûşbûyên bi vîrusa korona gihîştiye 18407 kesan û 1284 kesan jî can daye.

Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Elî Riza Reîsî îro ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 1044 kes bi vîrusa Korona ketine û bi vî rengî, hejmara tûşbûyan gihîşt 18407 kesan.

Reîsî got, di 24 demjimêrê borî de 149 kes li Îranê bi vîrusa korona can dane û hejmara qurbaniyan jî gihîşt 1284 kesan.

Li Fransa 89 kesên din mirin

Hejmara kesên tûşbû û miriyên bi sedema vîrusa Koronayê li Fransayê jî zêde bû.

Li Fransayê di 18ê Adarê de 89 kes ji tûşbûyên bi vîrusê canê xwe ji dest dan û bi wê yekê hejmara giştî ya wan kesên ku bi nexweşiya vîrusa COVID-19 li wî welatî mirine, gihîşte 264 kesan.

Hikûmeta Fransayê ragihandiye, heta niha 9 hezar û 134 kes li wî welatî bi vîrusa COVID-19 ketine, ku rewşa tendirustiya 931 kesan baş nîne.

Li ser asta cîhanê jî li gor amarên ku WHO belav kirine, nêzîkî 215 hezar kes li cîhanê tûşî vîrusa Koronayê bûne û bêhtirê 9 hezar kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha li tevahiya cîhanê jî heta niha 83 hezar û 313 kes ji tûşbûyên koronayê jî baş bûne.