HTSê li herêma Efrînê 6 welatî revandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusraya berê) 6 welatiyên ji gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê revandin û ew ber bi cihekî nediyar ve birin.
Çavkaniyan diyar kiriye ku kesên hatine revandin; Osman Xelîl, Îbrahîm Cuma û Henîf Osman ji gundê Beiyê, Ehmed Cemal û Hemîd Seydo ji gundê Xezawiyê û Teysîr Salih jî ji gundê Basûfanê ne.
Li gorî çavkaniyên herêmê, revandina welatiyan bi fermana berpirsê HTŞê Ebû Mihemed Qelemonî hatiye dayîn.
Hêjayî gotinê ye, çekdarên HTŞê ji meha Gulanê ve li gelek gundên navçeyên Şêrawa û Cindirêsê yên Efrînê hatine bicihkirin û li eniyên şer belav bûne ku li gorî plana Tirkiyê ya avakirina xetekê ji başûrê Efrînê heta Minbic û rojavayê Kobanê tevdigerin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin