Di meha borî de 75 welatî ji Efrînê hatine revandin

04 October 2022 09:31 0 dîtin
Di meha borî de 75 welatî ji Efrînê hatine revandin

PeyamaKurd – Dewleta Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, tenê di meha borî de 75 welatî ji Efrînê revandin. 

ANHAyê eşkere kiriye, di meha Îlonê de çekdarên dewleta Tirk li Efrînê 3 jê zarok û 5 jin bi giştî 75 welatî revandin.

Herwiha heman çavkaniyê destnîşan kir, tenê di mehekê de çekdarên Tirkiyê zêdetirî 19 hezar dar birîne û 17 hezar darên zeytûnan jî desteser kirin û dewleta Tirk li wir demografiya herêmê jî diguherîne.

Hat ragihandin ku dîsa di vê mehê de du mêtingehên nû li gundê Kefer Sefra yê Cindrêsê û Qitmê yê navçeya Şera ava dike.