Di du mehên dawî de 200 welatî ji Efrînê hatine revandin

05 January 2021 13:30 0 dîtin
Di du mehên dawî de 200 welatî ji Efrînê hatine revandin

PeyamaKurd – Li Efrînê, di nava du mehên dawî de, zêdetirî 200 welatiyên Kurd ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirova ya Efrînê ragihand; ji bilî serbestberdana hejmarek welatiyên Kurd ji aliyê komên çekdar ve, ku beşek ji wan du sal bûn hatibûn girtin, proseya revandina welatiyên Kurd berdewam e.

Rêxistinê daye zanîn, di nava du mehên dawî de, zêdetirî 200 welatiyên Kurd ku di nav wan de hejmarek jin jî hene, ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve hatine revandin û ji wan tenê 20 kes hatine berdan.

Herwiha li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirova ya Efrînê, çarenûsa 600 welatiyên Kurd li Efrînê, hê jî ne diyar e.

Di 18ê Adara 2018an de Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê, Efrîn dagir kirin.