Hunermenda Tirkiyê Fatma Girik birin nexwesxanê

14 September 2019 18:02 0 dîtin
Hunermenda Tirkiyê Fatma Girik birin nexwesxanê

PeyamaKurd- Hunermenda sînema Tirkiyê ya bi nav û deng Fatma Girik a 76 salî, bi sedema ku di meşa xwe de zahmetî dibîne, li Ankara birin nexweşxanê. Fatma Girik dê li nexweşxaneyeka taybet bo 4 hefteyan tedawî bibe.

Doktorê wê ragihand ku divê Fatma Girik 4 hefteyan tedawiya fîzîkê bibe. Girik berê jî bi sedema ku gelek caran ketiye erdê, di meha sibatê de ji mêjî emeliyat bû û di sala 2016an de jî hestiyê qorika wê şikiyabû.

Fatma Girik di salên 60an de û heya niha di gelek fîlman de,di rolên sereke de leyîstiye, di rêzefîlman de leyîstiye û bernameyên TV yan çêkiriye.