Hunermendê Kurd Sabir Kurdistanî ji ber vîrusa Korona wefat kir
PeyamaKurd - Hunermendê Kurd Sabir Kurdistanî, do êvarî ji ber nexweşiya vîrusa Koronayê wefat kir.
Beriya çend rojan, hunermend Sabir Kurdistanî bi nexweşiya vîrusa Koronayê ketibû û di bin çavdêriya pizîşkî de bû. Do şev li parêzgeha Silêmaniyê ji ber nexweşiyê koça dawî kir.
Li gor Berpirsê Sendîqaya Hunermendan Niyaz Nurî Neqîbî ragihand, hunermend Sabir Kurdistanî wefat kiriye û wê cenazê wî li Silêmaniyê bê veşartin.
Sabir Kurdistanî di sala 1955an li Kerkûkê ji dayik bûye û bi salan xizmet bo muzîka Kurdî kiriye. Gelek album tomar kirine. Stran û albumên wî yên naskirî wiha ne: “Le Dûrewe, Min Xerîbim, Emîre, Perêşan im”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin