Hunermendê mezin Mihemed Sêxo tê bibîranîn

09 March 2020 15:47 0 dîtin
Hunermendê mezin Mihemed Sêxo tê bibîranîn

PeyamaKurd – Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo ku bi stran, awaz û pêşmergeyatiya xwe mohra xwe li doza niştîmaniya Kurd daye 31 sal berê rojek wek îro 9ê Adara 1989an ji nav me koç kir.

Mihemed Şêxo di sala 1948an de, li gundê Xecokê yê bi ser bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê  jidayîk bûye û navê wî yê nasnameyî Mihemed Salih Şêxmûs e.

Hunermendê niştîmanperwerê Kurd Mihemed Şêxo sala 1957an dest bi xwendinê kiriye û di sala 1969an de dest bi karê hunerê kiriye û strandiye.

Hunermed Şêxo li Lubnanê perwerdehiya muzîkê distîne û bi hunermedên Kurd û Ereb re karê xwe yê hunerî digihîne asteke bilind. Ew bi hevalên xwe yên hunermend re bi navê "Serkeftin û Newroz" komekê li Lubnanê ava dike.

Di vegera Lubnanê de Mihemed Şêxo demekê li bajarê xwe Qamişlo dimîne û piştre berê xwe dide başûrê Kurdistanê û tevlî şoreşa Îlonê ya bi serperiştiya Mele Mistefa Barzaniyê nemir dibe û di nav Pêşmergeyan de têkoşînê dide.

Şêxo piştre jî ji başûrê Kurdistanê  berê xwe daye Rojhilatê Kurdistanê ku xanima xwe Nesrîn ku straneke nejibîr li ser çêkiriye li wir nas dike.

Mihemed Şêxo piştî 11 salan ji Rojhilatê Kurdistanê vedegere Rojavayê Kurdistanê û ji aliyê rejîma Esed ve tê girtin ku piştî derdikeve jî hunera xwe berdewam dike.

Mihemed Şêxo piştre vegeriya bajarê Qamişlo û li taxa Xerbî bicih bû û dukaneke firotana kasêtan vekir û dest bi karê mûzîk kir û tomarkirina stranan kir.

Hunermed Mihmed Şêxo 9 Adara sala 1989an çû ber dilovaniyê û bi merasîmeke mezin cenazeyê wî li Qamişlo hat pêşwazîkirin.

Hunermendê mezin her sal li ser gora xwe tê bibîranîn.

Yek ji strana hunermendê nemir Mihemed Şêxo Aylê Gulê ye ku teşbîha Kurdistanê û azadiyê dike...