Îro 34emîn salvegera koçkirina Mihemed Sêxo ye

09 March 2023 13:05 0 dîtin
Îro 34emîn salvegera koçkirina Mihemed Sêxo ye

PeyamaKurd – Hunermendê Kurd ê bi nav û deng Mihemed Şêxo ango Bavê Felek 34 berê weke îro koça dawî kir.

Mihemed Şêxo 1848 li Qmişloyêji dayîk bûye. Navê wî yê rastîn Mihemed Salih Şêxmûs e, lê ew zêdetir bi navê Mihemed Şêxo ango Bavê Felek tê naskirin. Şêxo di sala 1957an de dest bi perwerdeyê dike û di sala 1969an de dest bi strangotinê dike û bi armanca pêşxistina hunera xwe demekê li Libnanê û Herêma Kurdistanê dimîne û bi hunermendên Kurd û Ereb re pêwendiyên xwe xurt dike. Bi hevalên xwe yên weke Seîd Yusîv û Mehmûd Ezîz Koma Serkeftinê dadimezirîne û piştî du salan car din vedigere Qamişloyê.

Şêxo dema li Başurê Kurdistanê dimîne ji aliyê Mele Mistefa Barzanî ve dihê pêşwazîkirin. Li wir Mihemed Arîfê Cizrawî û Tehsîn Teha nas dike. Vedigere Rojavayê Kurdistanê. Ji ber zilma rejîma Beis car din derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û tevlî Şoreşa Îlonê dibe û di nav Pêşmergeyan da cih digre.

Piştî têkçûna Şoreşê derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibe û li wir mamostetiyê dike. Li wir bi xanima Nesrînê re dizewice. Piştî 11 salan tevî xanima xwe Nêsrînê vedigere Rojava, lê ew dîsa ji aliyê rejîma Beisê ve dihê girtin. Piştî azad dibe hunera xwe dewam dike û gelek zarokan fêrî muzîkê û sirûdên Kurdî dike.

Mihemed Şêxo di rojeke weke îro de 9ê Adara sala 1989an da diçe ber dilovaniya Xweda û ji aliyê hezaran kesan ve tê oxirkirin. Gora Mihemed Şêxo li Qamişlo ye.

Mihemed Şêxo zêdetir bi stranên xwe yên weke Ay lê Gulê, Heps û Zîndan, Nesrîn, Mixabin, Gewrê, Were û Eman Dilo dihê naskirin.