Hûsî bo Îranê balyozekî taybet tayîn kirin
PeyamaKurd- Hûsiyên Yemenê ragihandin ku wan balyozekî xwe yê ku bi temamî xwediyê erke, bo Îranê tayin kirine. Berdevkê Hûsiyan Muhammed Abdusselam di ser hesabê xwe yê twitterê de ragihand ku Îbrahîm ed-Duleymî bi taybetî bo Îranê balyoz tayin kirine.
Di ragihandinê de hat gotin ku bo bi Îranê re xebatên xwe yên fermî xurt bikin, vê pêngavê avêtine.
Hûsî di adara sala 2016an de jî bo Sûriyê balyozê xwe tayînkiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin