Îddiaya flas! Îranê ji bo êrîsa li ser Îsraîlê dîrok da, Xamineyî bi taybetî ew hilbijart!

03 August 2024 16:00 0 dîtin
Îddiaya flas! Îranê ji bo êrîsa li ser Îsraîlê dîrok da, Xamineyî bi taybetî ew hilbijart!

PeyamaKurd – Di dema ku hemû cîhan balê dikişîne ser êrîşa muhtemel a Îranê ya li ser Îsraîlê, di derbarê dîroka êrîşê de îdiayek nû hat kirin.

Hat îdiakirin ku êrîşa Îranê wê 12ê Tebaxê destpê bike û 13ê Tebaxê biqede. Ji aliyê din ve tê gotin ku rêberê olî yê Îranê Xamineyî bi taybetî ev roj hilbijartiye ji ber ku roja şîn û rojiyê ye ji bo cihûyan.

Aloziya şerê ku di 7ê Cotmehê de bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê destpê kir û bandor li tevahiya Rojhilata Navîn kir, roj bi roj zêde dibe. Şeva borî hemû cîhan û siyaseta Rojhilata Navîn bal kişand ser êrîşa muhtemel a Îranê bo ser Îsraîlê. Lê ya ku dihat hêvîkirin pêk nehat.

Li gorî rojnameya The Jerusalem Post, çavkaniyên îstixbarata rojavayî dibêjin ku wan tesbît kiriye ku Îran amadekariya êrîşekê dike ku wê 12ê Tebaxê destpê bike û 13ê Tebaxê bi dawî bibe. Hate ragihandin ku êrîşa Îranê wê bi Hizbullah a Lubnanê re were kordînekirin.

"Dîroka hilbijartî bal kişand"

Dîrokên îdîaya êrîşan xwedî wateyek e. 12-13ê Tebaxê ji bo Cihûyan wek roja şîn û rojiyê tê zanîn.

Sedema ku ev roj roja şîn û rojiyê ye ew e ku Perestgeha Silêman a li Orşelîmê, perestgeha pîroz a cihûyan, li gorî salnameya Îbranî di 9ê meha Avê de, di salên 586 berî zayînê û 70 piştî zayînê de, du caran hatiye rûxandin û her tim bi vê rojê re felaketên curbecur pêk tên.

"Ev roj bi taybetî ji hêla Xamineyî ve hat hilbijartin"

Di vê çarçoveyê de çavkaniyên îstixbaratê yên ji rojnameya New York Times re axivîn diyar kirin ku dîroka vê êrîşê bi taybetî ji aliyê Rêberê Îranê Xamineyî ve hatiye hilbijartin.

Aliyê Îranê jî wisa difikire ku êrîşa li ser van dîrokan wê bandorê li psîkolojiya gel bike.