Hûsî: “Me bi 3 fuzeyên balîstîk li basûrê Erebistanê xist”

25 December 2021 22:12 0 dîtin
Hûsî: “Me bi 3 fuzeyên balîstîk li basûrê Erebistanê xist”

PeyamaKurd – Hûsiyên li Yemenê ragihandin ku wan li başûrê Erebistana Si’ûdiyê li devera Cazanê bi 3 fuzeyên balistik li deverê xistine. Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan li ser êrîşê bi nivîskî weha ragihand:

“Me li devera Cezanê li ciyên xesas yên Erebistanê bi, fuzeyên balîstîk li wan xistiye. Fuzeyên me li hedefên xwe ketine û ev bersiva me ya rewaye.”

Konsulxaneya Amerîkayê ya li Erebistanê li payîtex Riyadê êrîşê şermezar kir û ragihandinê di ser hesabê xwe yê medya civakî di ser Twitterê de kir.