Hûsiyan bi fuzeyên balîstîk li baregeha Erebistanê xistin

11 November 2021 01:27 0 dîtin
Hûsiyan bi fuzeyên balîstîk li baregeha Erebistanê xistin

PeyamaKurd – Hûsiyên ku Îranê destekê dide wan ragihandin ku bi fuzeyan li baregehekî Erebistana Si’ûdiyê xistine û di encamê de mirî û birîndar hene.

Berdevkê Hûsiyan Yahya Serî bi nivîskî ragihand ku li başûrê Erebistanê li bajarê Zahranê bi 3 fuzeyên balîstîk li qarargaha boluka yekî xistine. Serî got ku di êrîşê de kuştî û birîndar hene.

Berdevk her weha got ku li Yemenê li bajarên Taîzê û Maribê bi fuzeyan li baregehên hukumetê xistine ji leşkerên Yemenê û leşkerên biyanî kuştî û birîndar hene.

Ajansa fermî ya Erebistanê SPA îro ragihandibû ku Hûsiyan bi 3 fuzeyên balîstîk li wan xistine û her sê fuze jî li hewa hatine îmhakirin.