Hûsiyên Îranî car din êrîsî Aramco ya Siûdî kirin

23 November 2020 19:18 0 dîtin
Hûsiyên Îranî car din êrîsî Aramco ya Siûdî kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hûsiyên Yemenê yên bi ser Îranê ve, îro 23yê Mijdarê bi moşekan êrîşî navenda kompaniya Aramco ya Siûdî ya li bajarê Cedayê kirin.

Li gorî daxuyaniya Hûsiyan, hêzên wan îro moşekek avêtine stasyona belavkirina petrolê ya kompaniya Aramco ya Siûdî ku li bajarê Cedayê ye û li ser Deryayê Sor e.

Husiyan beriya niha jî çend caran êrîş biribûn ser Aramcoyê û heta hinardeye petrolê jî bo demekê rawestiyabû.

Derbarê vê êrîşa dawî de, ji aliyê Siûdî ve ti daxuyaniyek nehat belavkirin.