Hevpeymana Siûdî: Balafira Hûsiyên Îranî hat rûxandin
PeyamaKurd - Hevpeymana Erebî ya ji bo Yemenê ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike, îro 8ê Îlonê balafireke bêpîlot ya ku ji aliyê Hûsiyan ve ber bi Siûdiyê ve hatibû şandin, rûxand.
Ajansa Sûidiye Was bi zarê berdevkê fermî yê hêzên hevpeymanê Tirkî Malîkî ragihandiye, "Hêzên hevpeymaniyê balafireke bêpîlot a bombebarkirî ku komên Hûsiyan bi awayekî zanebûn ku dixwest pê sivîlan li herêma başûr bikin armanc, rûxand.”
Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan li Yemenê Yehya Serî jî diyar kir ku wan li balafirgeha Ebhe ya navneteweyî ya Erebistana Siûdî, gelek balafirên bêpîlot kirine armanc.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin