Hûsiyên Yemenê: Me bi mûsekên balîstîk êrisî Îsraîlê kir
PeyamaKurd - Rêxistina Hûsiyên Yemenê ragihand ku wan bajarê Eylatê yê li başûrê Îsraîlê bi mûşekên balîstîk kiriye armanc.
Berdevkê Serbazî yê Hûsiyan Yehya Serî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê tora civakî da diyar kir ku biryara astengkirina keştiyên Îsraîlê yên di Deryaya Sor re, di çarçoveya piştgiriya gelê mezlûm ê Filistînê de ye.
Berdevkê Serbazî yê Hûsiyan Yehya Serî diyar kir ku bajarê Eylatê yê li başûrê Îsraîlê bû armanca êrişên leşkerî yên bi mûşekên balîstîk û êrişên wan ên li dijî Îsraîlê dê berdewam bikin.
Artêşa Îsraîlê: Me mûşekan berî ku bikevin qada hewayî ya Îsraîlê pûç kir
Di daxuyaniya doh a artêşa Îsraîlê da hat destnîşankirin ku pergala parastina bi bandor a Îsraîlê ya li dijî mûşekên balîstîk ji bo astengkirina wan hatiye bikaranîn.
Hat ragihandin ku piştî êrişa mûşekî ya li bajarê Eylatê yê li başûrê Îsraîlê sîrenên hişyariyê hatin çalakkirin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku sîstema parastina esmanî ya dûravêj a Îsraîlê roja çarşemê mûşekeke balîstîk a ku ji aliyê Hûsiyên ve bi piştevaniya Îranê hatiye arastekirin pûç kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin