Îdia: Muharem Înce dê di gera yekem de vekise!
PeyamaKurd- Lêkolînerê Raya Giştî Murat Gezîcî, di derbarê Serokê Giştî yê Partiya Memleket û namzedê Serokomariya Tirkiyeyê Muharem Înce de îdiayeke balkêş kir. Gezîcî got ku dê Înce ji ber bertekên CHPê, xwe ji namzediyê vekişîne.
Ji bo hilbijartinê 14ê Gulanê, ji mehekê kêmtir dem ma. Di vê çarçoveyê de lêkolînên di nav raya giştî ya bakur û Tirkiyeyê de jî bê navber berdewam dikin.
Lêkolînerê raya giştî Murat Gezici ku di derbarê namzedê Serokomariyê yê Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muharem Înce de hin îdia havêtin holê û diyar kir ku Înce rastî bertekên hilbijêrên CHPê hatiye û got,
"Dibe ku meşîna wî ya li Kolana Bexdayê (Stenbol) zehmet bibe.”
Li aliyê din Rojnameger Hasan Ozturk bertek nîşanî gotina Gezîcî da û got, “Rasterast gefan dixwin. Dibêjin ‘tu nikarî derkevî kolanê. Ma êdî dê çawa be? Ev, lehengên demokrasiyê ne ku van gotinan dibêjin.”
Gezîcî di berdewamiya gotinên xwe de nirxandinên balkêş kirin û got ku di rapirsiyên nav raya giştî de piştgiriya ji bo Muharem Înce gav bi gav kêm dibe û amaje kir ku dibe Înce ji bo qenciya Kemal Kiliçdaroglu ku namzedê Tifaqa Milet e, xwe vekişîne û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:
"Muharem Beg dê di heyama pêş de piştî çend hefteyan ji namzetiyê vekişe. Ango dikare destnîşan bike ku dê piştgiriya Kemal Beg bike. Ez wisa difikirim ku dê di gera yekem a hilbijartinan de xwe vekişîne. Lewra piştgirî ji bo Muharem Beg tuneye. Tenê ji aliyê çapemeniya desthilatdariyê ve piştgiriyeke wî heye. Yên ku di sala 2018an de di nivîsên xwe yên quncikan de carek jî qala Muharem Beg nedikirin, îro hatine wê rewşê ku rojê 10 caran qala wî bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin