ÎDIA | SANA: 'Tankêrên petrolê yên Kurdan difirot Tirkiyê hatin ruxandin'

27 November 2019 17:38 0 dîtin
ÎDIA | SANA: 'Tankêrên petrolê yên Kurdan difirot Tirkiyê hatin ruxandin'

PeyamaKurd – Ajansa Fermî ya dewleta Sûriyê SANAyê li ser êrîşên şeva borî yên bi balafirên şer bi ser komên çekdarên opozisyonê de nûçeyek belav kir û îdia kir, tankerên petrolê yên ji herêma Cizîrê ji aliyê hin rêxistinên Kurd ve bi ser Bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) de û ji ser herêma Hewlêrê ve direvandin ‘Tirkiyeya wekî dijminê xwe dibînin’ hatin ruxandin.

Li gor nûçeya SANAyê ku dispêreke çavkaniyeke ji Hesekê ya rejîma Sûriyê, kargeheke parzûnkirina neftê û tankerên diziya petrola Sûrî hatine ruxandin.

Herwiha heman çavkaniya Sûrî ji SANAyê re gotiye, dê li dijî her hewlên revandina petrola Sûriyê bo derve rastî bersivên tund were.

Hêjayî bibîrxistinê ye, dema dîmenên êrîşa şeva borî ku hatibû ragihandin bi balafirên nenas hatiye kirin li ser medya civakî hatibûn belavkirin, di dîmenan de bi dengê erebî û tekbîran komên çekdarên girêdayî Tirkiyê dihatin xuyakirin.

Lê belê SANA li gorî çavkaniya xwe îdia dike ku ew tankêrên ji aliyê hin rêxistinên Kurdên Rojava ve bo başûrê Kurdistanê têne şandin kirine armanc û herwiha îdia dike ew petrola Sûriyê ji ser Hewlêrê jî bo Tirkiyê tê firotin. 

Hîn li ser vê îdiayê ji aliyê Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ve ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.