SANA: Îdiayên lihevkirina Tirkiye-Sûriyê bo serê Kurdan nerast in
PeyamaKurd - Ajansa fermî ya rêjîma Sûriyê SANAyê li ser nûçeya Reutersê ragihand ku îdiyên ku dibêjin “di civîna Moskowê ya Elî Memluk û Hakan Fîdan de li ser şerê li dijî Kurdan hatiye lihevkirin” ne rast in.
Berî du rojan civîneke sêalî di navbera nûnerên rêjîma Sûrî, Tirkiyê û Rûsya de li Moskowê pêk hatibû û medya cîhanî bi zarê rayedarên tirk ragihandibû ku şandên Suriye û Tirkiyê di civîne de li ser şerê dijî YPGê jî axivî ne.
Herwiha medya Tirkiyê jî îdia kiribû Serokê MITê Hakan Fîdan û Serokê Buroya Ewlehiya Netewî ya Sûriyê Elî Memlûk li ser şerê li dijî Kurdên bakurê Sûriyê li hev kirine.
SANAyê bi zarê çavkaniyeke xwe ragihand ku ew îdia ji rastiyê dûr in û destnîşan kir, aliyê rêjîmê di civînê de ji Tirkiyê xwestiye, ji tevahiya axa Sûriyê derkeve.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin