Îdiaya kustinê! Besar Esed birîndar bû û rakirin nexwesxaneyê!

12 April 2024 14:35 0 dîtin
Îdiaya kustinê! Besar Esed birîndar bû û rakirin nexwesxaneyê!

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku yek ji pismamê serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed Harûn Esed û kurê wî hatin kuştin û Beşar Esed jî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.

Di daxuyanîya ku ji çavkaniyên herêmî hat dayîn de wiha hat gotin: "Beşar Esed ji hewleke suîkastê ya têkçûyî rizgar bû."

Hat îdiakirin ku Harûn Esedê ku yek ji pismamê Esed e û kurê wî li bajarê Kardaha Lazkiyeyê di serdegirtina malên wan de hatine kuştin.

Hat îddîakirin ku di encama êrîşê de Beşar Esed birîndar bûye û rakirine nexweşxaneyê û têkildarî mijarê wêneyek hat pêşkêşkirin. Îdîa zû li ser medyaya civakî belav bû. Lê derbarê mijarê de ti daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.

Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de gelek caran îdiaya "ku Beşar Esed hatiye kuştin" hat rojevê, lê ev hat redkirin.