Îfadeya qatilê Ramazan Xoce yê Diyarbekirî derket holê

02 February 2024 20:28 0 dîtin
Îfadeya qatilê Ramazan Xoce yê Diyarbekirî derket holê

PeyamaKurd – Gumanbarê kuştina Ramazan Xoce (Ramazan Pişkin) ê Diyarbekirî ku li Fatîha Stenbolê bi kêrê hatibû qetilkirin, derket holê,

Qatilê Ramazan Xoce yê bi navê Erkan B. piştî karûbarên li dozgeriyê bidawî bûn, derket pêşberî dadgehê û piştre jî hate girtin.

Li gorî îfadeyê Erkan B. mikur hatiye ku wî Ramazan Xoce bi kêrê kuştiye, lê gotiye, ew wî qet nas nake wî zen kiriye ku ew Saboor Muradîyê Afganî ye û loma êrîşî wî kiriye.

Gumanbar gotiye, ew Ramazan Pişkin nas nake û bi destê wî kesê Afganî hînî bikaranîna heb û macûna hişbir bûye û bi zena ku Saboor Muradî ye, çûye cihê Ramazan Xoce û tenê xwestiye wî birîndar bike.

Herwiha gumanbar gotiye ku wî 2-3ê derbên kêran li Ramazan Xoce xistiye û paşê jî piştî qarewarê ji cihê bûyerê reviyaye.

Erkan B. di îfadeya xwe de diyar kiriye ku ti pêwendiya wî bi terîqet û cemaetan re jî nîne û li dadgehê poşmaniya xwe aniye ziman.

Hêjayî gotinê ye, ji ber weazên îslamî yên dijî terîqetên li Tirkiyeyê, hin cemaetan gef li Ramazan Xoce xwaribû û wî bi xwe bi vîdyoyan anîbû ziman.