IHDê bang li NY û YEyê kir ku li dijî tundûtûjiya polîsan bêdeng nemîne

24 August 2019 09:44 0 dîtin
IHDê bang li NY û YEyê kir ku li dijî tundûtûjiya polîsan bêdeng nemîne

PeyamaKurd - Komeleya Mafên Mirovan (IHD) bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê (YE) kir ku li ‎beramber wê tundûtûjiya polîsên Tirkiyê bêdeng nemînin ku li himberî kesên danîna qeyûman ‎protesto dikin, bikar tînin.‎

Di daxuyaniya ‎Komeleya Mafên Mirovan (IHD) de tê gotin ku: "Polîs li dijî parlamenterên HDPê, siyasetmedar, ‎parêzer, rojnamevan û beşên din ên civakê îşkenceyê bikar tîne û bi awayekî xirab ligel wan tevdigerin ‎û ev êrîş jî berdewam in."‎

Li gor daxuyaniya IHDê, piştî danîna qeyûman bo hersê şaredariyên bajarên ‎mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, nêzîkî 1000 kesî hatine desteserkirin û mafê protestoyên aştiyane û ‎azadiya ramanê hatine binpêkirin. Herwiha polîsan li beramberî zarok, jin, kêmendam û ciwanan ‎tundûtûjî bikar anîne.‎

IHD daxwaz dike ku dawî li îşkence û tundûtûjiya li hemberî kesên danîna ‎qeyûman protesto dikin, girtin û desteserkirinan were anîn û herwiha ji saziyên navdewletî jî dixwaze ‎ku li beramber van kiryaran bêdeng nemînin.‎